Li gorî nûçeya Ajansa Navneteweyî ya Ehlê Beyt (ABNA), civîneke taybet bi sernavê “Bi sedan sal tawan; ji komkujiya xwecihiyan heta karesata Mînabê” tê plankirin. Di vê civînê de, leşkerê berê yê Hêzên Deryayî yên Amerîkayê û çalakvanê mafên mirovan “Nicholas Ken O’Keefe” wekî axaftvan beşdar dibe.
Hûrgiliyên civînê:
- Dîrok: Roja Sêşemê, 12ê Pûşpera 1405an.
- Dem: Saet 17:00.
- Cih: Salona Ajansa Nûçeyan a Ehlê Beyt (ABNA), Qum (li ser Bulvara Cumhorî(Komara) Îslamî, di navbera kuçeyên 4 û 6an de).
Di vê bernameyê de, dê tawanên dîrokî yên hêzên kolonyalîst, di nav de komkujiya xwecihiyên Amerîkayê û herwiha bûyerên dawî yên wekî karesata dibistana “Şecere Teyîbe” ya li Mînabê, bên gotûbêjkirin û nirxandin.

................
Dawiya peyamê/
Etîket
Qom
Ajansa Nûçeyan a ABNA
Civîn
Îran
Amerîka
Your Comment